Ji rojnameyên Erebî: Lubnan rojeva DYA, Siûdî û Îsraîlê ye

DYA, Erebistana Siûdî û Îsraîlê li beramberî alîkariya aborî û ji nû ve avakirina başûr, zexte li Lubnanê dikin da ku çekan xwe têxe kontrola dewletê.

Ji rojnameyên Erebî: Lubnan rojeva DYA, Siûdî û Îsraîlê ye
25 tebax, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de zexta siyasî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Siûdî û Îsraîlê yên li ser Lubnanê û plana ji artêşa Lubnanê tê xwestin nirxandin

ZEXTA AMERÎKÎ ZÊDE DIBE: BERÎ ÇEKAN JI NÛ VE AVAKIRIN TUNE

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ragihand ku nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack li Qudsê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya û rewşa Lubnan û Sûriyeyê, digel pêşniyarên Amerîkî yên derbarê vekişîna artêşa Îsraîlê ji xalên di nav axa Lubnanê de, bi wî re nîqaş kir.

Rojnameyê diyar kir ku serdana Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ê bi piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê tê nasîn, digel nûnerê DYA’yê Thomas Barrack û nûnerê berê Morgan Ortagus, qonaxek nû ya siyasî û zexta Amerîka û Siûdiyê li ser Lubnanê nîşan dide. Hate gotin, "hikûmeta Lubnanê ji bo fermandariya artêşê demek diyar kiribû ku planaeke pratîk ya kontrolkirina çekan deyne. Ev dem ber bi dawî ve diçe, lewma ev serdan di vê çarçoveyê de pêk hat."

 Rojnameyê li ser zimanê Graham destnîşan kir ku hilweşandina Hizbullahê şertek ji bo alîkariya aborî û ji nû ve avakirina başûrê Lubnanê ye, Her wiha diyar kir ku dewletên Kendavê jî heman helwest ji Beyrûtê re ragihandine.

PLANA ARTÊŞÊ

Rojnameya El Diyar jî bal kişand ser plana xistina çekan di destê dewletê de ku ji artêşa Lubnanê tê xwestin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyan, plana ji artêşa Lubnanê tê xwestin ku çekan têxe bin kontrola dewletê zêdetirî mehek berê hatiye danîn û temam bûye. Rojnameyê destnîşan kir ku hayê Amerîka ji planê heye û pêşnûmeyek wê di destê wê de heye ku Tom Barrack dabû rayedarên têkildar ên welatê xwe.

PIRSÊN "NAZIK"!

Rojnameya El Xelîc ya Îmaratê, der barê hin pirsên ramyarî li ser rewşa neteweperestiya erebî ya îroyîn de nivîsî û diyar kir ku "piştî mirina Serok Cemal Ebdulnasir û bilindbûna Îslama siyasî netewperestiya Erebî paş ketiye, ev jî dibe cihê pirsa: Ma neteweperestî hîn jî projeyek gengaz e an tenê xewnek e? "

Li gorî rojnameyê "Bi paşketina sosyalîzmê li welatên erebî re neteweperestî jî paş ket, li şûna wê ramanên olî û mezhebî pêş ketin. Ev raman ne ji ber ku gel piştgiriya rejîmên olî dike, lê gel ji ezmûna sosyalîst û dîktatorî nefret kir."

Rojnameyê diyar kir ku ev rewş dişibihe rewşa piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û nirxandinên xwe wiha domand "Kesayeta Ereb berî her tiştî li azadî, rûmet, edalet û ewlehiyê digere, ne li sloganên neteweperest, olî an sosyalîst digere. Serkeftina her îdeolojiyê bi pêkanîna edalet û aramiyê ve girêdayî ye, ne tenê bi bilindkirina sloganan ve."

(k)