Ji rêxistina Sara çalakiya "Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”

Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinan çalakiydi bi dirûşma “Dagirkerî tundiya herî mezin li ser jin û xwezayê ye” de li dar xist.

Ji rêxistina Sara çalakiya "Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”
Ji rêxistina Sara çalakiya "Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”
Ji rêxistina Sara çalakiya "Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”
Ji rêxistina Sara çalakiya "Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”
Ji rêxistina Sara çalakiya "Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”
28 mijdar, 2024   13:41
QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di çarçoveya çalakiyên di bin dirûşma “Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye” de, li ber Çerxerêya Efrîn a li bajarê Qamişlo çalakiyek orgenîze kir.

Jinên li bajarê Qamişlo, endamên rêxistin û tevgerên jinan li çalakiyê amade bûn. Di çalakiyê de jinan pankart û balonên bi nivîsên “Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jinan e”, “Na ji kuştina jinan re”, “Na ji dagirkeriyê re”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin kaniya jiyanê ye” rakirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, berdevka Rêxistina Sara Reşa Derwêş û rêvebera rêxistinê Arzu Temo bi zimanê erebî û kurdî axivîn.

Reşa Derwêş diyar kir ku armanca lidarxistina çalakiyê derketina li hemberî kiryarên li dijî jinan bi taybet li herêmên dagirkerî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye û wiha got: “Di vê çalakiyê de em têkoşîna xwe ya didomdar a li dijî tundiya li ser jin tekez dikin. Em ê her li hemberî kiryarên ji zîhniyeta desthildar û baviksalar tên rawestin.”

Reşa Derwêş bang li saziyên mirovî û rêxistinên navneteweyî kir ku piştgirî bidin jinên ku rastî tundiyê tên.

Arzu Temo bi bîr xist ku di sala 2014ˈan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûna jin hat derxistin û di 2021`an de qanûn hatiye sererastkirinlê tevî vê qanûnê jî lê hîn jin ji ber kevneşopiyên kevinperest rastî tundiyê tên. Arzu Temo got: “Ên ku jinan weke şeref dibînin, bila bizanibin şeref exlaq, hurmet û welat e. Jin nabe milkê kesekî. Li vir armanc avakirina civakeke wekhev û demokratîk e.”

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(sb/bb)

ANHA