Ji Rêxistina Efûyê re 1025 îmzeyên parêzeran

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê 1025 îmze ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatine kom kirine.

Ji Rêxistina Efûyê re 1025 îmzeyên parêzeran
17 kanûn, 2023   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr, têkildarî çalakiyên kampanyaya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji ANHA`yê re axivî. 

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku bi erdheja 4`ê Kanûnê ya li Deryaya Marmarayê çêbû metirsiyên ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan zêdetir bûne û got: “Her kes dizane ku Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi xwe rolekê dilîze. Wek însiyatif dema nûçeya erdhejê me bihîst, bang li gel kir ku dakevin kolanan. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî çêbûn. Ev çalakî didomin. Êdî divê serdana Îmraliyê ji aliyê malbat, parêzer û saziyên navneteweyî ve, nemaze CPT, bê kirin ku rewşa Rêber Apo bê parvekirin.”

‘JI GELEK SAZIYÊN CÎHANÊ RE NAME TÊN ŞANDIN’

Pêngava navnetweyî ya 10`ê Cotmehê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji pirsgirka Kurd re hatibû destpêkirin, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji di 14 Cotmehê de piştgirî da pêngavê. Di vê çarçoveyê de gelek civîn, komxebat, konferans, meş hatin lidarxistin. Ferzende Mûnzûr diyar kir ku ev çalakî erênî bûn û der barê xebatên demên pêş de ev tişt parve kir: “Ji encamên komxebat, konferansan derket holê ku divê em xwe bigihînin saziyên cîhanê. Hat pêşnîyarkirin ku konferanseke Rojhilata Navîn bê lidarxistin, li ser asta Rojhilata Navîn komîteyên hiqûqî û tenduristî bên avakirin. Di vê derbarê de em ê nameyekê ji Heyva Sor a Cîhanê û Xaça Sor, Bijîşkên Sînornenas re bişînin ku tev li komîteya tenduristiyê ji bo Rêber Apo bibin. Her wiha ji saziya Mafên Mirovan a Cîhanê, CPT, Konseya Mafên Miroan a Neteweyên Yekbûyî re jî bişînin ku ew jî tev li komîteya hiqûqî bibin. Hewldanên me hene ku bi rêxistin û saziyên hiqûqî, yên civaka sivîl li Rojhilata Navîn, Yekitiya Ereban re xebatan bidin meşandin.”

‘DIVÊ BILEZ ŞANDE HERIN ÎMRALIYÊ’

Mûnzûr bi bîr xist ku beriya niha 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan radestî CPT kiribûn û bi Serkomîseriya Mafên Mirovan (OHCHR) ya NY’ê re hevdîtinên çêkiribûn. Muzur destnîşan kirk u heta niha tu encam, tu guhertin di vê derbarê de çênebûye û got: “Em ê cardin name ji wan re bişînin. Divê bi erkên xwe rabin ku bilezgînî herin Îmrali yê serdanekê bikin. Em ê di vê mijarê de bi israr bin.”

Ferzende Mûnzûr diyar kirk u ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 1025 îmzeyên parêzeran hatine komkirin û ev agahî dan: “Me di nav 20 rojan de ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 1025 îmzeyên parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê komkirin. Em ê van îmzeyan ji Rêxistina Efû ya navnetewî re di demek nêz de bişînin. Kesên îmzekirine ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Latqiyê, Humsê, Şamê, Halebê ji hemû pêkhateyan e.”

‘EM Ê ÇALAKIYÊN XWE ZÊDETIR BIKIN’

Mûnzûr anî ziman ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê çalakî dewam bikin û got: “Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de cihekî sereke û bibandor listiye û dilîze. Ev çalakî gelekî bi wate, bi nirx û bandor e. Grevên birçîbûnê yên li zindanan dê bandoreke mezintir bike û civaka Kurdistanê rake ser lingan. Wê bigihêjê encamên erênî. Li Rojavayê Kurdistanê jî gel dest bi grevên birçîbûnê kiriye. Em bi hêvî ne ku xwedîderketina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji çalakiyan re zêdetir bibe. Em ê çalakiyên xwe bilindtir bikin ku heta Rêber Apo fizîkî azad bibe.”

ANHA