′Em ê dengê xwe ya banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî bigihînin cîhanê′

Xelkê kantona Cizîrê diyar kir ku bi tevlêbûna wan li çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê dengê xwe yê bi banga aşkerakirina rewşa wî ya tenduristî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî  bi cîhanê bide bihîstin.

′Em ê dengê xwe ya banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî bigihînin cîhanê′
17 kanûn, 2023   04:35
QAMIŞLO

Çalkiyên di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de ya di 10′ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin de, xelê Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê destnîşan kir ku divê rewşa Rêber Abdullah Ocalan a tenduristî tavilê bê aşkerakirin, bi taybet piştî erdheja dawî li Tirkiyeyê çêbûye.

Ji Adara 2021′ê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatin wergirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di hefteyê de 2 caran serî li serdozgeriya giştî û mudîriyeta girtîgeha Îmraliyê didin ku pê re hevdîtinê bikin, lê daxwazên wan bê bersiv dimînin.

Li gorî parêzeran di 20′ê Cotmehê de aşkera kiriye, desthilatên Tirkiyeyê careke din hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din qedexe kir.

Der barê mijarê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Reşîd got: "Tecrîda li dijî Rêbertî tê wateya tecrîda li dijî tevahî gelên xwe dispêrin felsefeya wî. Lê dewleta Tirk a dagirker nikare wan ji felsefeya Rêbertî bi dûr bixe û ew ê bi fikrên wî ve girêdayî bin."

Li aliyekî din jî Salih Sadiq bêdengiya rêxistinên mirovî û navneteweyî û neaşkerakirina wan ji rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir û got: "Bi têkoşîn û rêxistinkirina me ji çalakiyan re em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin."

Her wiha endama rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya El Yûsif axivî û wiha got: "Em agahiyekê li ser rewşa tenduristî ya Rêbertî nizanin. Ev yek metirsiyan çêdike. Ji ber wê me dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kir û me daxwaza aşkerakirina rewşa wî kir, lê hîna me tu bersiv wernegirtine."

Hela El Hisên jî wiha got: "Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan me têkoşîn û berxwedana xwe dewam kir ku xwe ji pergala baviksalariyê rizgar bikin. Lê hîna em hewl didin xwe ji vê zihniyetê rizgar bikin. Erka azadiya fîzîkî ya Rêbertî erka li ser her jinekê ye."

Di dawiyê de Hemze El Mihemed bang li gelan kir ku têkoşînê bilind bikin û tev li çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar dikevin bin, da ku zextekê li ser civata navneteweyî êkin û rewaş wî ya tenduristî aşkera be û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.

(fr)

ANHA