Fewaz El El Zobaî li dû xwe mîraseke dagirtî hişt

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li Sûriyeyê şêx Fewaz El Zobaî mîraseke bi destkeftiyan dagirtî li pey xwe hişt. El Zobaî roleke girîng di lihevhatina civakî de lîst. Bi helwestên xwe yên cidî li hemberî fitneya li dijî herêmê, dewleta Tirk û komên çeteyan, dihat naskirin.

Fewaz El El Zobaî li dû xwe mîraseke dagirtî hişt
30 adar, 2024   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Qebîleya El Cibûr şêx Fewaz El Zobaî duh li nexweşxaneyeke li Şamê çû ser dilovaniya xwe. 

El Zobaî li gundê Selmaniye yê rojhilatê Hesekê sala 1954`an ji dayik bûye. Xwendina seretayî li gundê xwe û ya navîn li bajarê Hesekê qedand. 6 zarokên wî hene (4 kur û 2 keç).

El Zobaî ku ji çandiniyê hez dikir, tevî bavê xwe tê de xebitiye û li herêma xwe navdar bû. Bi destpêka aloziyê û Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an re, tev li şoreşê bû û hewl da aştiya navxweyî bisepîne. Ji ber wê cihê xwe di Desteya Rûspiyan a kantona Cizîrê de sala 2017`an girt. Dûre di komîteyên lihevanînê de xebitî. Li kêleka wê endamê komîteya têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê bû.

El Zobaî yek ji rûspiyên navdar ên li kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, rêgeza biratiya gelan, neteweya demokratîk ji xwe re kiribû bingeh, zarokên xwe li ser hezkirina welat û wefadariyê mezin kiriye û koçberî red kir.

El Zobaî ji ber ku bi têkiliyên xwe bi pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen, Çerkes û Asûr re tê naskirin, sala 2017`an bû serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr. Her wiha ji ber rola wî di lihevhatinên civakî de û helwestên wî yên cidî bi Rêveberiya Xweser re li hember dagirkeriya Tirk û komên çeteyan, bi navê “Xwediyê Destên Spî” hate navandin.

El Zobaî li hemberî fitneyê bi taybetê bûyerên li Dêrazorê rû dane, xwedî helwest bû. Wê demê piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. Di daxuyaniyeke xwe de got: "Çeteyên DAIŞ`ê herêmên me dikin hedef. Dewleta Tirk jî piştevana wan a sereke ye. Ji ber wê divê em li hember êrişan bibin yek û destkeftiyên şehîdan biparêzin."

Ji ber van helwestan li dijî El Zobaî gelek bûyerên kuştinê ji aliyê çeteyan ve hatin kirin. Lê dîsa jî dev ji têkoşîn û armanca xwe berneda.

Şêx Fewaz El Zobaî nexweş bû, lewma ji bo dermankirinê çûbû Şamê. 29`ê Adara 2024`an çû ser dilovaniya xwe.

(şx)

ANHA