Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ji ber barîna berfê hişyarî da. Şaredariyên herêmê jî tîmên xwe yên xizmetê ji bo rewşên awarte amade kirine.

Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
Ji Rêveberiya Trafîkê hişyarî
29 kanûn, 2025   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li gelek kantonan berf bariyaye û hatin û çûna siwareyan dijwar bûye.

Rêveberiyê diyar kir ku rêyên li kantonên Cizîrê û Firatê ji ber kombûna berfê û rêyên kantonên Tebqa û Reqayê ji ber barîna baranê bi zehmetî tên derbaskirin. Rêyên li kantona Dêrazorê jî niha vekirî ne.

Rêveberiyê ji ajokaran xwest di dema ajotinê de, nemaze li ser rêyên sereke û rêyên gundan baldar bin.

Rêveberiyê ji bo rewşên awarte ev hejmara telefonê belav kir: 963988646814

Şaredarî û desteyên herêmî rewşa hişyariyê ragihand da ku ji bo her rewşekê amade bin. Şaredariyan tîmên xwe yên xizmetê ji bo rewşên awarte amade kirine.

(k)