Ji Reqayê daxwaza mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Endamên Navenda Çandê ya bajarê Reqayê tecrîda li dijî Rêber Abdullah şermezar kir û bang kir ku ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xebat û têkoşîn bê mezinkirin.

Ji Reqayê daxwaza mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
14 mijdar, 2023   15:48
REQA

Endamên Navenda Çandê ya bajarê Reqayê li pêşiya Parka Navendî ya li bajêr kom bûn û têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevserokê Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê Hesen Mistefa daxuyanî xwend. Mistefa bal kişand ser girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û pêkanîna azadiya wî wekî gava yekemîn a ber bi çareserkirina pirsgirkên Rojhilata Navîn û pêkanîna aştiyê bi nav kir.

Mistefa, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Em ji vir, ji bajarê Reqayê ji cîhanê re dibêjin ku em sûcê serdemê (tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan) qebûl nakin. Hêzên navneteweyî berpirsên jiyana wî û bandorên tecrîdê ne.”

Mistefa bang kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xebat û têkoşîn bê mezinkirin.

(c)

ANHA