′Bi enerjiya ciwanan dê dijmin werin têkbirin′

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê diyar kir, "Bi hevgirtinan gelan û enerjiya ciwanan dê planên mêtîngeriyê yên dijmin têk biçin."

′Bi enerjiya ciwanan dê dijmin werin têkbirin′
14 mijdar 2023   15:51
QAMIŞLO

Bi armanca ku balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefkirina binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê civîneke berfireh li dar xist.

Civîn bi amadebûna bi dehan şêniyan, nûnerên saziyên sivîl, meclis, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star li navenda Çandê ya li navçeya Tirbespiyê hat lidarxistin.

Ji rêveberên PYD′ê Munteha Hisên axivî û diyar kir ku êrişên li ser navendên xizmetguzarî û welatiyan rasterast li dijî destkeftiyên ku bi saya fedakariyên mezin hatine bidestxistin e.

Munheta Hisên anî ziman ku li hemberî xeterî û gefên li ser herêmê, yekitî û hevgirtina pêkhateyan mertaleke xurt e.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Ereb jî bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û got: "Rêbertî rêya azadiyê û ramanên demokratîk nîşanî me da."

Ereb diyar kir ku êriş û planên dijmin wan ji rêya berxwedanê dûr naxe û wiha dawî li axaftina xwe anî "Ne munkin e enerjiya ciwanan ku bingehê avakirina civakan e, were têkbirin."

Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê –şaxê Tirbespiyê Mizgîn Xalid Hisên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Azadiya Rêbertî azadiya me ye, ji ber vê yekê em ê azadiya wî ya fîzîkî bikin bingehê têkoşîna xwe."

Di dawiya civînê de sînevîzyonek der barê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rola ciwanan de hat pêşandan.

(bb)

ANHA