Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze

Jina ciwan a bi navê Emanî Nîdal, bermahiyên plastîk, qumaş û kaxizan berhemên hunerî di  afirîne. Nîdal bi vî rengî tevkariyê dide parastina jîngehê.

Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
Hem hunerê di afirîne hem jîngehê diparêze
7 tîrmeh, 2025   06:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Emanî Nîdal Elî 16 salî ye û ji gundê Zexîrê yê bajarê Çilaxa yê kantona Cezîrê ye. Xwendekara dibistana navîn e, lê ew bi berhemên xwe yên hunerî ku ji bermahiyan çêdike balê dikişîne. 

Emanî kelûpelên avêtî yên wekî plastîk, qumaş, kaxizan vediguhere berhemên hunerî ku her kes karibe ji feyde bigire.

Nîdal ji van bermahiyan berhemên wekî pênusdank, guldank, selik, gulên kaxizî, bazin, ristikên bi morik û hwd. çêdike li hevalên xwe belav dike.

Li gorî gotîna Emanî Nîdal ew ji dersên jînheg û xwezayê pir bandor bûye û ji 8 saliya xwe ve dest bi vî karî kiriye.

Emanî dibêje ku ew vî karî tenê ji bo keyfê yan jî dagirtina dema xwe ya vala nake, di heman demê ji bo parastina jînheê dike.

Emanî diyar dike ku ew dixwaze peyamê bide civakê jî û dibêje; “Hewl didim peyamekê bidim ku divê em van bermahiyan ne avêjin, li şûna avêtine em dikarin ji nû ve bikar bînin û alavên bi sûd ji wan çêbikin."

Emanî got ku ew berhemên xwe yên destan diyarî hevalên xwe yên dibistanê dike da ku wan jî fêrî parastina jîngehê bike.

Li gorî gotina Emanî, malbata wê jî gelekî destekê dide wê.

Daxwaza Emanî Nîdal ew e ku  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kargehên lêvegera bermahiyan werin vekirin ku hem her kes karibe sûd werbigire.

(k)