Ji nû ve herikîna Xabûrê masîvanî geş kiriye

Li gundewarên Hesekê yên li qiraxên Çemê Xabûrê piştî ku ava çem zêde bû, masîvanî jî geş dibe.

28 hezîran, 2026   05:54
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Ji ber ku salên derbasbûyî asta avê kêm bû, rewşa hewa û kêmbûna barîna baranê, ava Çemê Xabûrê qut bûbû. Piştî 10 salan asta ava çem zêde bû û niha li qiraxên wê masîvanî ji nû ve geş dibe.

Di 2015`an asta ava Xabûrê kêm bûbû û sala 2019`an jî hatibû ber çikiyanê. Piştî herîkina ava çem îsal, masîvanî jî zêde bû û ji bo şêniyên Hesekê û gundên li ser qiraxa çem bû jêdereke debarê.

Masîvan Elî Mihemed ê ji taxa El Ezîziyê ya Hesekê ku derdora zêdetirî 25 salan masîvanî kiriye, got: “Ji bo debara malbata xwe, rojane ez ji 2-4 kîlo masiyan digirim.”

Di Xabûrê de gelek cureyên masiyan hene. Hebûna van masiyan dihêle careke din tevgera masîvaniyê geş bibe.

Masîvan Ehmed Îbrahîm yê ji taxa El Ezîziyê jî diyar kir ku bi taybet ji ber hebûna kar a sînordar, vegera masiyan a çem ev pîşe vejand. Îbrahîm da zanîn ku ew ji bo debara xwe masîvaniyê dike û got: “Rojane ez ji 5-15 kîloyan digirim. Têra pêwîstiyên malbata min dike û tişta jê mayî ez didim cîranên xwe.”

Zivistan û bihar ji bo masîgirtinê demsalên girîng in. Divê di demên zêdekbûna masiyan de masîgirtin qedexe be. Di mehên Hezîran û Tebaxê de rê li ber masîgirtinê tê vekirin. Dema  herî baş a masîgirtinê jî mehên Îlon û Sibatê ne.

Çemê Xebûrê di herêma Serêkaniyê re derbasî xaka Sûriyeyê dibe, paşê diçe Til Temirê û Hesekê, herî dawî berê wê dikeve Çemê Firatê.

Herikîna çem piştî bi salan, hiştiye çandiniya li herêmê jî berhemdar be.

(sb)

ANHA