Ji nû ve destpêkirina şerê li Xezayê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da geşedanên li Xezayê, rewşa Ermenistanê û têkiliyên Brîtanya-Îmaratê.

Ji nû ve destpêkirina şerê li Xezayê rojeva rojnameyên erebî ye
2 kanûn, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê geşedanên li Xezayê de nûçeyek parve kir. Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Misirê û yên herêmî û diyar kir ku Îsraîlê gelek dewletên Ereban agahdar kirine ku ji bo rê li pêşiya êrişan bigire, dê herêmeke tampon li ser sînorên Xezayê ava bike. 

Li gorî rojnameyê, ev însiyatîf tu nîşaneyên bidawîbûna şerê roja înê ji nû ve dest pê kiriye, nade.

‘ERMENISTANÊ BERÊ XWE DAYE ROJAVA’

Têkildarî rewşa Ermenistanê rojnameya El Ereb di nûçeyeke xwe de diyar kir ku piştî bêdengiya Moskovê ya li hember şerê ku di encamê de Azerbeycanê herêma Qerebax kontrol kir, Ermenistan hewl dide siyaseteke derve ya nû saz bike.

Îhtîmal heye ku Ermenistan berê xwe bide aliyê rojava û însiyatîfan ji hêzên mezin ên din re, wekî Hindistan û Îranê, pêşkêş bike.

‘BRÎTANYA NAXWAZE ÎMARAT ÇAPEMENIYÊ KONTROL BIKE’

Tora El Hura jî di nûçeyeke xwe de îşaret pê kir ku hikumeta Brîtanyayê nehişt şîrketeke ku Îmarat piştgiriya wê dike, komeke şîrketên çapemeniyê ku di heman demê de xwediya rojnameya The Telegraph e, bikire.

Li aliyekî din ji ber metirsiyên têkildarî azadiya derbirînê, daxwaza bidestxistina vê şîrketê tê kontrolkirin.

(şx)