Artêşa Iraqê çeteyên DAIŞ’ê bomebaran dike

Xazî Feysel ragihand ku artêşa Iraqê niha bi rêya balefirên şer û tankan bi dijwarî çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dike.

Artêşa Iraqê çeteyên DAIŞ’ê bomebaran dike
2 kanûn, 2023   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Xazî Feysel ragihand ku artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li gundek sînorê Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê dorpêçkirine û malbatek Kurd jî ji destê çeteyan rizgarkirine. 

Fermandarê Xwebexş yê hêzên Pêşmerge yên li sînorê Mexmûrê Xazî Feysel ji Rojnews’ê re ragihand ku şeva borî di navbera gundên Eliyereş û Dûser ên li deşta li ber palê çiyayê Qereçox şer navbera Artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de derket.

Her wiha ragihand ku artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge çeteyên DAIŞ’ê xistine dorpêçê û artêşa Iraqê û bi balefirên şer û tankan bi dijwarî çeteyan bombebaran dike.

Xazî Feysel destnîşan kir ku malbatek Kurd jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin ku li gundê Koltepe ji aliyê çeteyan ve hatibû dorpêçkirin.