Ji mela û îmamên Til Hemîsê bang: Hevgirtinê xurt bikin

Mela û îmamên bajarê Til Hemîsê bang kir ku li hember êrişan hevgirtina xwe xurt bikin.

Ji mela û îmamên Til Hemîsê bang: Hevgirtinê xurt bikin
Ji mela û îmamên Til Hemîsê bang: Hevgirtinê xurt bikin
Ji mela û îmamên Til Hemîsê bang: Hevgirtinê xurt bikin
Ji mela û îmamên Til Hemîsê bang: Hevgirtinê xurt bikin
Ji mela û îmamên Til Hemîsê bang: Hevgirtinê xurt bikin
18 kanûn, 2024   16:53
HESEKÊ

Mela û îmamên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê li hola Navenda Çandê ya bajêr civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan endamên saziyên olî û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Til Hemîsê Casim El Salih li ser geşedanên siyasî û leşkerî yên Sûriyeyê, êriş û şerê taybet ên ku li dijî herêmê tên meşandin, axivî.

El Salih teqezî bi girîngiya hevgirtina di bin ala Îslamê de da û bang li welatiyan kir ku nekevin pey fîtne û derewên çapemeniya dewleta Tirk a dagirker.

El Salih diyar kir ku di vê qonaxê de pêwist e nirxên aştî û ewlehiyê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan werin pêkanîn û bipêşxistin.

Rêveberê Komîteya Birêxistinkirinê ya Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişlo Mesûd Dawûd got: "Dan û standinên bi çavdêriya Amerîkayê didomin. Armanca dan û standinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de heta dawiya vê hefteyê agirbest bê tesbîtkirin. Ev jî niyeta QSD'ê ya parastina welatiyan û sermiyanên wan û pêkanîna ewlehiyê nîşan dide."

Dawûd diyar kir ku herêm ji bo hewldanên vejandina împeratoriya Osmanî û dagirkirina wê di asta amadebaşiyê de ye û got: "Ev plan dê têk biçin, ji ber ku îradeya gel ji planên dijminan xurttir e."

(mh/fr)

ANHA