Ji eniya şer a gundewarê Kobanê: Em di serkeftinê de bi îsrar in

Şervaneke YPJˋê ji eniyên pêşîn ên şer li bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê peyamek da tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku berxwedana wan didome û di serkeftinê de bi îsrar in.

Ji eniya şer a gundewarê Kobanê: Em di serkeftinê de bi îsrar in
18 kanûn, 2024   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi piştevaniya hewayî û bejahî ji dewleta Tirk a dagirker ve ji gelek aliyan ve êrişeke bejahî li dijî herêma Bendava Tişrînê ya li gundewarê başûrê Kobanê pêk tînin. Di van kêliyan de di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û çeteyên dagirkeriyê de pevçûnên dijwar rû didin. Di heman demê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê ne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 10 rojan ve li dijî pira Qereqozaq û bendava Tişrînê êrişên dijwarê pêk tîne. Li hember van êrişan şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJˋê bersivên giran li çeteyan didin û zirarên mezin gihandin wna.

Şervana YPJˋê Rûken Rojhilat der barê mijarê de ji eniya pêşîn ve peyamek da tevahî gelê herêmê û diyar kir ku ruxmî êrişên dijwar lê berxwedana didome û ew di pêkanîna serkeftinê de bi îsrar in û got: "Em nahêlin dagirker bi pêş de bên û em ê êrişên wan tevahî bişikînin."

(fr)