"Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke nû pêwîst e"

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke nû di vê qonaxê de pêwîst e û gotin: "Divê em derbasî qonaxeke nû ya têkoşîna li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên li Îmraliyê bibin."

"Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke nû pêwîst e"
7 kanûn, 2023   02:42
QAMIŞLO

Duşema borî erdhejek bi pileya 5.1 li bakurê rojavayê bajarê Bursa yê Stenbolê qewimî. Herêma erdhje lê çêbûye, nêzî girava Îmraliyê ye ku Rêber Abdullah Ocalan tê de hatiya ragirtirin.  Li hember vê şênî daketin qadan û banga zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir û bêdengiya dewleta Tirk a dagirker a li hember rewşa girtiyan şermezar kir.

Welatiya bi navê Behiye Ehmed a ji Qamişlo got: "Heta ku em rewşa Rêberê xwe nas bikin em ê li qadan bin. Rêxistinên mafên mirovan kerr û lal in, divê ew xwedî li erka xwe ya mirovî derkevin, tiştekî ji bilî vê ji wan nayê xwestin."

Welatiyê bi navê Şukrî Ehmed destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, wê çalakiyên xwe zêde bikin û têkoşînê mezin bikin.

Ehmed bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku derbasî qonaxeke nû ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Elî Omer piştgiriya nêrîna Şukrî Ehmed kir ku divê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan qonaxeke nû dest pê bibe û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl da Rêber Abdullah Ocalan ji derdorê dûr bixe û ew ê erdhejê ji bi kar bîne ji bo ku jiyana Rêbertî bixe xetereyê.”

Samiye Xelîl Dawûd têkiliyên xurt ên di navbera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jin û Rêber Abdullah Ocalan de anîn ziman û diyar kir ku ji bo daxwazên gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk werin, têkoşînê berdewam bikin.

(mh)

ANHA