Ji konsera Girkê Legê; her gavek were avêtin bi saya berxwedana bi salan e

Xelkê bajarê Girkê Legê û gundewarê wî ji bo piştgiriya QSDˊê konserek li dar xist. Di konserê de hat gotin ku "her gavek ber bi pêşxistina yekitî û jiyana hevbeş ve were avêtin bi saya sebir û berxwedana bi salan a gel e."

10 mijdar, 2025   20:10
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ji bo piştgirî û destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi tevlêbûna xelkê bajarê Girkê Legê û gundewarê wî konserek li Parka Erd El Seîde ya bajarokê Rimêlanê li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre ji fermandarên QSDˊê Serdem Rimêlan axivî û bal kişand ser fedakariyên şervên xort û keç ên QSDˊê di oxira berevaniya şêniyan, pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê de.

Serdem Rimêlan diyar kir ku "Ev fedakarî ne tenê ji bo berevaniya xakê ne, lê ji bo avakirina civakeke bi hemû pêkhateyan bêyî cudahî ye. Piştgiriya berdewam a şêniyan hevgirtina rastîn di navbera civakê û QSDˊê de nîşan dide û hêzek xwedî morala xurt ji bo rûbirûbûna astengî û gefên dijî herêmê ava dike."

Serdem anî ziman ku "Her gaveke ber bi pêşxistina yekitî û jiyana hevbeş ve were avêtin bi saya sebir û berxwedana ku gel di salên borî de raber kiriye, ye. Ev piştgiriya civakî ruhê hevkariya di navbera pêkhateyan de bi pêş dixe. Hevgirtina gel bingeha berxwedan û avakirina siberojeke baştir ji herêmê re ye."

Konser bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî û gelêrî ji hêla hunermend Rojîn Hêres, Selman Avaka, Baqî Emîn û Telab El Nazir ve û gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA