Pakistan: Di êrişên hewayî de 20 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Pakistanê ragihand ku di êrişên wê yên hewayî de yên bi ser sînorê Afganistanê ve 20 çekdarên Talîbana Pakistanê hatin kuştin.

Pakistan: Di êrişên hewayî de 20 çekdarên Talîbanê hatin kuştin
10 mijdar, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pakistanê ragihand ku di êrişa li ser sînorê bi Afganistanê re ya li dijî Talîbana Pakistanê de 20 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Ev pêşdeçûn digel bêdengiya fermî ji hêla desthilatên Afganistanê yên girêdayî tevgera Talîbanê ve, pêk tên.

Berî mehekê di navbera Pakistan û hêzên Talîbanê de rageşiyeke leşkerî derketibû. Wê demê artêşa Pakistanê ragihandibû ku herî kêm 30 kes ji hêzên Afganistanê û tevgera Talîbanê ya Pakistanê hatine kuştin û 6 tankên hêzên Afganistanê hatine rûxandin.

Pakistan bi bihaneya ku Afganistan komên çekdar ên Talîbanê li ser xaka xwe dihewîne, êrişî wê dike. Lê Afganistan vê îdaiyê red dike. Her wiha Pakistan tevgera Talîbanê ya Pakistanê bi kuştina bi sedan leşkerên artêşa Pakistanê gunehbar dike.

(mh/fr)