Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan

Bi sedan kesên ku çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Ehmed Sultan, şehîd Ebdurehman El Eswed, şehîd Ehmed El Hesen û şehîd Faris El Hesen vedan, soza têkoşînê da.

Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
Di sersaxiyê de soza têkoşînê dan
23 kanûn, 2024   14:54
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê cenazeyê şehîd Şengal Hesekê (Ehmed Cebare El Sultan) û şehîd Qehreman Hesekê (Ebdurehman Ehmed El Swed) ên li herêma Aliya ya bajarê Til Temirê 19`ê Kanûnê şehîd bûbûn, duh li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye spartin axê. Her wiha nasnameya şehîd Goran Serêkaniyê (Ehmed Şêxo) yê li Efrînê 7`ê Tîrmeha 2018`an şehîd bûbû û Cîger (Faris El Hesen) ê li Minbicê 7`ê Kanûnê şehîd bûbû, duh aşkera kiribûn.

Îro jî Ji bo şehîd Ehmed Sultan, Ebdurehman El Eswed, Ehmed El Hesen û Faris El Hesen konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan şêniyên Hesekê çûn bin konê sersaxiyê yê li taxa Kalasê hatiye vedan.

Di bin kon de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hat daliqandin û dirûşmên “Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Neceh Hewes di sersaxiyê de got: "Em tu carî serî ji tu kesî re natewînin. Em parastina xaka xwe dikin."

Ji Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Agirî Hesekê jî axivî û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Agirî Hesekê diyar kir ku şehîdan ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk û hemî êrişan canê xwe feda kir. Li hemberî dagirkeriyê şervanên di çeperên şer de bi ser bikevin, ji ber ku hemî pêkhateyên heremê bi hev re şer dikin.

Agirî axaftina xwe wiha dawî kir: "Em ê her tim şopdarên fikra Rêber Apo bin û tu carî em xeta şehîdên xwe bernadin."

Endama Kongra Star a Hesekê Cîhan Xalid jî diyar kir ku tevahî pêkhateyên herema Bakur û Rojhilata Suriyeyê axa xwe biparêzin û wiha got: "Erka me hemûyan e ku em xaka xwe ji êrişan biparêzin. Em soz didin şehîdên xwe ku em têkoşîna xwe xurttir bikin."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(zş)

ANHA