Îsraîlê erebeyek li başûrê Lubnanê bombebaran kir

Di bombebarana Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê de gelek kes birîndar bûn.

Îsraîlê erebeyek li başûrê Lubnanê bombebaran kir
23 tîrmeh, 2024   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li başûrê Lubnanê de gelek kes birîndar bûne.

Ajansa ragihandinê ya neteweyî ya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a îsraîlê bi moşekekê erebeyek li ser rêya bajarokê Şeqra yê bajarê Bint Cibêl bombebaran kiriye û di encamê de gelek kes birîndar bûne û agir bi erebeyê ketiye.

Heta niha dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê ti agahî der barê nasnameya kesên hatine hedefgirtin de û rewşa wan çi ye, parve nekirin.

(şx)