Ji Heyva Sor a Kurd alîkarî ji bo nexweşên penceşêrê yên li Siwêdayê

Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku dê alîkariyê pêşkêşî nexweşên penceşêrê yên li Siwêdayê bike.

Ji Heyva Sor a Kurd alîkarî ji bo nexweşên penceşêrê yên li Siwêdayê
30 tebax, 2025   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevya Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Şemiyê 30 Tebax 2025)  daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Heyva Sor a Kurd dê bi hevkariya Navenda Tenduristiyê ya Emel a li Siwêdayê xebatê dike,  derman û lênerînê pêşkêşî nexweşên penceşêrê yên li Siwêdayê bike.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku Navenda Emel ji îro ve derman, lênerîn û testan bê pere pêşkêşî tevahî nexweşên penceşêrê dike. Hate gotin, ev xebata mirovî nirxên piştgirî û berpirsyariya hevbeş nîşan dide, di heman demê de nameya hêviyê ji bo nexweşan e.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo nexweşên ku bixwazin serî li Navenda Emel bidin ev hejmarên telefonan û navnîşan hatin diyarkirin:

Telefon: 2027-313173-319822

Mob: 0959617810

Cih: Siwêda- Rêya Qenewat-Çerxerêya Zenbeqa-Avahiya Canibiye.

Ji ber bûyerên bi xwîn û ambargoya ku ji 13’ê Tîrmehê ve li Siwêdayê hatiye danîn, derman gelekî kêm bûne û tevgera çûn û hatinê ya ji bo tedawiyê ber bi Şamê û parêzgehên din asteng bûne. Di encamê de nexweşên penceşêrê zehmetiyan dikişînin ku jiyana dixe xetereyê.

(bb)