Hêzên Parastina Jinan a Beyt Nehrên dikeve sala xwe ya 11’an

Beriya deh salan jinên Suryan yekem hêza xwe ya parastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê Beyt Nehrên ava kiriye. Hîn jî bi berdewamî jinên Suriyan têkoşîna parastina xwe didomînin.

Hêzên Parastina Jinan a Beyt Nehrên dikeve sala xwe ya 11’an
30 tebax, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Jinan a Beyt Nehrên di roja 30’yê Tebaxa 2015’an de li gundê Rotana ya Tirbespiyê hate ragihandin. Ev hêz wekî yekem hêza jinên Suriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate damezirandin. Di destpêkê de hêza Beyt Nehrên ji 60 endamên jinên Suryan ên ji herêmên cûda ya kantona Cizîrê hate damezirandin. 

Di van 10 salan de Hêza Parastina Jinan a Beyt Nehrên roleke serke di perwedekirina jinên Suryan û pêşxistina rola wan di parastin û  qada bîrdozî de, girt ser xwe.

Di aliyê leşkerî de Hêza Jinan a Beyt Nehrên bi Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan û QSD’ê de  li dijî DAIŞ’ê cihê xwe di operasyonên Hol, Şedadê, Reqa û Baxozê de girt. Di heman demê de rola xwe di têkoşîna li dijî bersivdayîna êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Minbic, Hesekê û Til Temir de pêk anî.

Hêza Beyt Nehrên roleke sereke di parastina dêr û cihên olî de digre, di heman demê de bersiva êrişên çeteyên DAIŞ’ê didin. Heta niha berxwedanek mezin da, şehîd û birîndarên wan di xeta parastina xakê de çêbûn.

Bi vê boneyê Hêza Parastina Jinan a Beyt Nehrên îro saet di 18.00’an de şaiyekê li bajarê Qamişlo lidar dixe.

(dc)

ANHA