Ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzeran serlêdaneke din kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku 3 sal in nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe wergirin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.

Ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzeran serlêdaneke din kir
26 cotmeh, 2023   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersiv ji wan re nayê dayin.

Di nava 12 salan de tenê 5 caran parêzeran karîbûn hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina herî dawî jî 7'ê Tebaxa 2019'an pêk hat, ku di ser re çar sal derbas bûne.