Di çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê de 14 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê ji bo silavikrina Cejna Vejînê ya 15'ê TebaxÂe çalakî lidar xistin. Di encamê de 14 dagirker hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn.

Di çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê de 14 dagirker hatin cezakirin
7 tebax 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên Gerilayên Azadiya Kurdstanê li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û û êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

5'ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer.

6'ê Tebaxê saet di 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran destwerdan hate kirin û di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

6'ê Tebaxê saet di 17:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî teqemeniyeke dagirkeran hate îmhakirin.

6'ê Tebaxê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saet di 08:10'an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saeta di 12:00, 12:35, 13:02 û 15:10'an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

5'ê Tebaxê saet di 09:00 û 17:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 kamerayên mobesse yên dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hatin îmhakirin.

6'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me yekîneyeke dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Hêzên me ji du baskan ve kemîn danîn pêşiya yekîtiya dagirker û saet di 19:30'î de ji nêz ve bi çekên ferdî û nîv otomatîk derbên giran li dagirkeran xistin. Piştî ku hêzên me lê xistin, cebilxaneya bi dagirkeran re teqiya û agir pê ket. Dagirker bi panîka ji ber lêdanê û teqînê li qadê belav bûn û li qadê jî derbên xurt li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê hate kirin, fermandarekî bi paye jî di nav de ku navê xwe Alî bû bi giştî 14 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk a dagirker heta saet 02:30'î 6 caran xwe li qadê danîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.

Li Herêma Metînayê;

7'ê Tebaxê saet di 07:20'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

5 û 6'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

4, 5 û 6'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Sinînê, Girê Şehîd Hêmin, Lolanê 4 caran, li herêma Garê qadên Dînartê, Zêvkê, Dêreşê, Zengilê, Kanî Sarkê, Deşta Kafya, Yekmalê, Xêrê, Girê Kûn, Sêdarê, Girê, Heftebax 17 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zazpê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 6 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker li Kurdistanê her roj sûcên şer dike, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji bo şikandina berxwedana gerîla û dagirkirina Başûrê Kurdistanê serî li her rê û rêbazên derveyî exlaq û hiqûqê dike. Her çend bibêje ku hedefa xwe ya esasî gerîla ye, lê belê bi êrişên xwe yên li derveyî mirovahiyê nîşan dide ku dijminê nirxên gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê ye. Yek ji sûcên dawî yên artêşa Tirk a dagirker, hilweşandina gora sedan salî ya xelkê gundê Sêgirêya Jorîn a li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ye. Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê ji deriyê sînor ê Serzêrê derbas bû, rêya asfaltkirî ya bajarê Amediyê bi kar anî, kepçeyên xwe gihand qadê û di nava sê rojên dawî de goristana gundê Sêgirêya Jorîn a bi koordînata 38 S LG 71847 06337 hilweşand û hewl dide qadê ji xwe re veguherîne baregehê. Artêş û dewleta Tirk a dagirker bi vê kiryara xwe careke din pîvanên civakî, olî û exlaqî binpê kir û mîna munafikekî heqaret li nirxên gelê me kir."