Ji gerîlayan çalakiyên hewayî: 8 dagirker hatin cezakirin

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji hewayê li baregehên dagirkeran xist. Di encamê de 8 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn.

Ji gerîlayan çalakiyên hewayî: 8 dagirker hatin cezakirin
19 tebax 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hewayî yên hêzên gerîla daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di navbera 12 û 18'ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker xist.

Di daxuyaniyê de têkildarî encamên çalakiyê ev agahî hatin dayin:

"Li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê û Girê Bahar 7 caran ji hewayê ve li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kiriye; 8 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker birîndar bûn, derb li pergaleke parastina hewayî û 6 çeper hate xistin.

Çalakî di kesayeta fermandarên fedaî û Apoyî Alan Milazgîr, Berwar Dersîm û Sara Tolhildan de ji bo bîranîna şehîdên me hemûyan hatin lidarxistin."