Kongreya Meclisa Jinan a PYD’yê sibê li dar dikeve

Meclisa Jinan a PYD’ê dê sibê kongreya xwe ya sêyemîn li Hesekê li dar bixe. Li gorî komîteya amadekar dê nêzî 400 delege beşdarî kongreyê bibin.

Kongreya Meclisa Jinan a PYD’yê sibê li dar dikeve
19 tebax 2024   13:01
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dê sibe kongreya xwe ya sêyemîn li bajarê Hesekê li dar bixe. 

Li gorî komîteya amadekar, kongre dê bi dirûşma "Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civakeke siyasî, exlaqî û polîtîk e" pêk were û dê 400 delegeyên meclisê yên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî welat beşdar bibin.

Kongre dê saet di 09.00’an de li Hola Serdem a Hesekê dest pê bike.

Meclisa Jinan a PYD’ê di mehên dawîn de ji bo diyarkirina nûnerên xwe yên herêman û diyarkirina plansaziya xwe bi kêmanî 30 civîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê li dar xistibûn.

(bb)

ANHA