Qetilkirina zarokekê li Dirbêsiyê hat şermezarkirin

Şêniyên Dirbêsiyê qetilkirina zaroka bi navê Nermîn Ferho şermezar kir û xwest cezayekî giran li qatil were birîn.

Qetilkirina zarokekê li Dirbêsiyê hat şermezarkirin
19 tebax 2024   13:22
HESEKÊ

Roja şemiyê li bajarê Dirêbisyê yê kantona Cizîrê zaroka bi navê Nermîn Ferho (17) hate qetilkirin. Hêzên Asayîşê der barê bûyerê de lêkolîna xwe didomînin.

Endamên saziyên sivîl, meclis û hêzên Asayîşê û bi dehan şêniyên Dirbêsiyê li dijî qetilkirina Nermînê li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn.

Di kombûnê de pankartên "Na ji tundiyê re", "Erê ji îradeya jinan re" û "Na ji tundiya li ser jinan re" hatin vekirin û Kongra Star daxuyaniyek da.

Rêvebera Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê Fatima Keleş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demên dawîn de kuştina jinan zêde bûye. Bi êş û xemgînî me pêr agahiya kuştina jina ciwan a bi navê Nermîn Ebdullah Ferho ya 17 salî bihîst."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Nermîn ji aliyê birayê xwe ve piştî îşkenceya fîzîkî hatiye qetilkirin û wiha hat domandin: "Em adetên paşverû yên ku civakê kontrol dikin şermezar dikin. Eger ev adet bi navê şerefê li ser jinan tên pêkanîn, çima li ser zilaman jî nayên pêkanîn. Zilaman çi maf daye xwe ku kesên bêguhen qetil bikin. Ev hişmendî ji pergala dewletê hatiye girtin ku hesab ji zilamên ku bi navê şerefê jinan qetil dikin, napirse."

Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku cezayên giran bidin kujerên jinan.

(bb)

ANHA