Şehîd Dilîşan li ser gora xwe hat bibîranîn

Nûçegihana me Dilîşan Îbiş ew di salvegera 8’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

12 cotmeh, 2025   15:51
KOBANÊ

Bi boneya salvegera şehadeta nûçegihana me Dilîşan Îbiş merasîma bîranînê li ser gorê wê ya li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin. Malbata şehîd Dilîşan û hevreyên wê yên rojnamevan bi bilindkirina wêneyên wê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Dicle Ehmed axivî. Dicle şehîd Dilîşan û hemû şehîdên rêya heqîqetê bi bîr anîn û "Di salvgera 8`emîn a şehadeta şehîd Dilîşan de, em hemû şehîdên çapememiya azad; Hogir, Seed, Dilovan Gever, Nazim û Cîhan Bîlgîn bi bîr tînin. Em soz didin ku em her tim rastiyê derxînin holê. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û bi pênûs û kamereya xwe rastiyê û dengê şoreşa gelê xwe ji cîhanê re raghînin, heta ku em bigihêjin Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk."

Dicle Ehmed destnîşan kir şehîd Dilîşan xwedî kesayeke bi hêz û bû, li her tim ji bo derxistina heqîqetê têkoşîn dikir û wiha got: "Şehîd Dilîşan ku ji bo derxistina heqîqetê têkoşîn dikir û rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku komkujî û sûcan li dijî sivîlan teşhîr dikir."

Dayika şehîd Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî di merasîma bîranînê de axivî û got: "Em bi xêrhatina herêyên şehîd Dilîşan dikin. Şehîd Dilîşan bi fedakariya xwe heqîqet radighand û hevrêyên wê divê şopdarên rêya wê ya pîroz bin."

Di dawiya merasîmê wêneyên şehîd Dilîşan diyarî malbatê hate kirin.

Bi heman boneyê wê nûçegihanên me Hogir Mihemed îro saet 16.00’an  li ser gora xwe ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê were bibîranîn.

12'ê Cotmeha 2017’an, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikirin, nûçegihanên me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe dan rêya 'Xerafî' ya navbera Dêrazorê û Hesekê. Li vir çeteyên DAIŞ'ê du wesayîtên  bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd dibin û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibe, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dibû. Lê  tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Deniz 18′ê Kanûna 2017’an de şehî dibe.

(sş/bb)

ANHA