Ji Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê peyam: An Kurdistan an neman

Fermandarê Giştî yê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê Hisên Yazdanpana bi peyamek piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê û got: "An Kurdistan an neman."

Ji Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê peyam: An Kurdistan an neman
20 ÇILE, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê li ser rûpela xwe ya Xˊê bi peyamekê piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê.

Di peyamê de wiha hate gotin: "Ey gelê neteweyî yê Kurd ê mezin! Rojavayê Kurdistanê îro di komployeke navneteweyî re ku dişibe ya Cotmeha 2017ˊan a li Başûrê Kurdistanê, re derbas dibe. Rojava rûbirûyî xeteriya êriş û qirkirinê ye. Şamê hewl dide hêrsa têkçûn û jidestdayîna rûberên berfireh ji xaka Sûriyeyê bo Îsraîlê li ser Kurdan birijîne û hewl dide rûmeta xwe ya ji dest daye bi xwînrijandina Kurdan vegerîne.

Diyar e, nûnerê serokê Amerîkayê Tom Barack pabendî, berpirsiyarî û nirxên exlaqî bi komeke berjewendiyan ku wê di dawiyê de welatî reş bike, guherî.

Ketin û dagirkirina Rojava, avakirina zemînekê ji bo qirkirina Kurdan, ewlehiya neteweyî ya Kurdan radixe rûbirûyî xeteriyeke rastîn, ji lew re ev kêlî krîtîk e. Rêbaza yekane ya bersivdanê careke din berxwedana bi diruşma "Yan Kurdistan an jî neman" û banga "Ey Reqîb e".

Li gorî wê, Arêşa Neteweyî ya Kurdistanê biryar da ku beşdarî vê bar û erka neteweyî bibe. Fermandariya Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê dê demildest, bi coş û bê dudilî bi eniyên eleqedar re diyalogê bike da ku rêbazên derbasbûnê nîqaş bike û xwe bigihîne xetên parastê yên li Rojavayê welêt."

(fr)