Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
DEM Partiyê bi boneya Cejna Paskalyayê peyamek weşand û got, "Cejna Paskalya ya ku sembola hêvî û jinûve jidayikbûnê ye, pîroz be. "

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya Cejna Paskalya peyamek weşand.
Di peyamê de ev tişt got: "Cejna Paskalya ya ku sembola hêvî û jinûve jidayikbûnê ye, pîroz be! Em ji dil bawer dikin ku wê li ser vê xaka qedîm gel û bawerî di şert û mercên wekhev de, bi hev re û bi azadî ziman, çand û nasnameyên xwe bijîn û em ji bo vê yekê têdikoşin. Em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû gel û baweriyan bibe destpêkek nû û deriyên aştî, edalet û azadiyê veke. "