Artêşa dagirker 360 carî êrişî qadên gerîla kir
HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve 360 carî bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û ragihand ku gerîla jî ku bersiv dan êrişan, obusek îmha kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
"18`ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer;
18’ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bagar carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;
18 û 19'ê Nîsanê li herêma Xakurkê qada Lolanê 5 caran, li herêma Garê qadên Zêvkê, Girgaşê, Sipîndarê, Mijê, Dêreşê 115 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî 14 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê 224 caran; bi giştî 358 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li hemberî êrişan;
18’ê Nîsanê saet di 13. 58'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Sergelê obusek ku bombe li çeperên me dibaran bi droneyeke kamîkaze ji aliyê Yekîneya Me ya Şehîd Axîn Mûş ve hate îmhakirin. Çalakî ji bo bersivdana li êrîşên giran ên artêşa Tirk a dagirker hate kirin.
19'ê Nîsanê saet di 10.58'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku êrişî tunelên berxwedanê dikirin."