Ji civîna yekemîn a kar û barên şaredariyên Helebê çi derket?

Bi armanca birêxistinkirina kar û barên şaredariyan, îro civîna yekemîn a koordînayê ya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Meclisa bajarê Helebê hat organîzekirin. Civîn bi gereke şopandina rewşa debarê û xizmetguzarî yên her du taxan bi dawî bû. Encama civînê çi bû?

15 nîsan, 2025   20:38
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Meclisa bajarê Helebê ya desthilata Şamê li kafîteryaya Mezac a li herêma Cebenat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd civiyan. Civîn nêzî 2 saetan dom kir. Di civînê de herdu aliyan lihev kir ku civînên xwe bidomînin. Meclisa Bajarê Helebê jî got ew ê li gorî derfetên guncaw xizmetguzariyan pêşkêşî her du taxan bikin.

Di şandeya Meclisa bajarê Helebê de cîgirê parêzgerê Helebê Elî Henora û serokê Meclisa bajarê Helebê Mihemed Elî El Ezîz hebûn.

Di dema şopandina nûçegihanê me ji civînê re gelek axaftin hatin kirin. Serokê Meclisa Bajarê Helebê yê girêdayî desthilata Şamê Mihemed Elî El Ezîz got: "Divê maf bi temamî ji bo her du taxan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê were dayîn û xizmetguzarî werin belavkirin ku tawîzên paşguherkirinên berê bên dayîn."

Berpirsê "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê Suraqa Emorî diyar kir ku gelê Sûriyeyê yek e, lê rejîma Baas’ê hişt cudahî di navbera pêkhateyan de derkeve û got: "Têkçûyîna rejîma Baas’ê tê wateya rakirina astengiyên li pêşiya yekitiya gelê Sûriyeyê."

Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman got rejîmên faşîst ên xwe dispêrin zimanê cudakariyê cudakariyê dixin navbera welatiyan û got: "Ev yek gefan siberoja welat dixwin."

Hêvîn wiha domand: "Şêniyên her du taxan di oxira parastina her du taxan û Helebê de zarokên xwe dan. Divê tevahî bi awayekî aktîv di avakirina Sûriyeyê de beşdar bin."

Di berdewama civînê de mekanîzmayên pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji bo herdu taxan û mijarên awarte û mijara derxistina kavil û bermahiyên şer ji nav herdu taxan, hatin nîqaşkirin.

Ev civîn, di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên desthilata Şamê de, hatiye îmzekirin de hat lidarxistin.

Piştî civîn bi dawî bû, her du alî li gelek cihên her du taxan geriyan ku rewşa debarê û xizmetguzariyê ya şêniyan bişopînin.

Ev civîn, gaveke destpêkê ya ber bi xurtkirina hevkariya îdarî û xizmetguzarî di navbera her du aliyan de ye, ku xizmetî şêniyên her du taxan bê kirin û derfet li pêş mekanîzmayên hevkariyê yên aktîvtir di pêşerojê de bê vekirin.

(mh/fr)