Girtina li ser nasnameyê ji peravê gihîşt Şamê

Endamên ne Sûriyeyî yên girêdayî komên çekdar ên Wezaretên Parastinê û Hundirîn ên desthilata Şamê bendên kontrolê yên demkî li herêma Mezê ya Şamê danîn û ji hemwelatiyan pirsên mezheba wan dikin.

Girtina li ser nasnameyê ji peravê gihîşt Şamê
15 nîsan, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Kiryarên mezhebperestiyê yên li dijî mezheba Elewiyan ji herêmên perava Sûriyeyê derbasî Şamê bû. Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamên ne Sûriyeyî yên girêdayî komên çekdar ên Wezaretên Parstinê û Hundirîn ên desthilata Şamê di saetên êvarî de li qada Huda ya herêma Mezê ya Şamê rêbendên demkî datînin.

Li gorî SOHR'ê, endamên komên çekdar nasnameyên rêwiyan kontrol dikin û ji wan dipirsin mezheba we çi ye. Li gorî hin agahiyên heyî jî dema hemwelatî Elewî bin yekser tên girtin.

SOHR’ê aşkera kir ku van kiryaran di nava mezheba Elewî yên li herêmê de tirs û xof çêkir, her wiha ji ber tirsa girtin an jî astengiyan bi şev dernakevin.

(mh/fr)