Yekitiya Jinên Êzîdî serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Endamên Yekitiya Jinên Ezîdî ya bajarê Tirbespiyê bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê serdana rêbendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir, şêranî û hêkên rengîn li wan belav kirin.

Yekitiya Jinên Êzîdî serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
15 nîsan, 2025   19:55
QAMIŞLO

Bi boneya Sersala Êzidî (Cejna Çarşema Serê Nîsanê endamîn Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojavayê Kurdistanê serdana rêbendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Tirbespiyê kir, şîranî û hêkên rengîn li endaman belav kirin.

Berdevka Yekitiya Jinên Êzîdî Hediye Şemo Cejan Çarşema Serê Nîsanê li tevahî Êzîdiyan, aştîxwaz û pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku ew bi vê gavê dixwazin li ser ked û fedakariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parastina aramiya herêmê, spasiya wan bikin.

Sibe êzidî Çarşema yekê Nîsanê pîroz dikin. Di vê rojê de hêk tê rengînkirin. Li gorî êzidiyan ev cejn roja afirandin û destpêka jiyanê ye.

(mh/fr)