Ji çalakiyên 8`ê Adarê: pirtûka ji çîrokên şoreşê hat imzekirin

Pirtûka bi navê “Fera Guhar” a ku ji kurteçîrokên ji nava jiyana civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê de ji bo xwîneran hat imzekirin.

6 adar, 2025   17:00
QAMIŞLO

Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê Botan Hoşê di çarçoveya bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, pirtûka xwe ya bi navê “Fera Guhar” ji bo xwîneran imze kir.

Di merasîma ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin de, gelek nivîskar, rewşenbîr, wêjevan û helbestvanan amade bûn.

“Fera Guhar” ku jiyana civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibêje, ji 8 çîrokan pêk tê.

Ev berhema yekemîn a Çîroknivîs Botan Hoşê ye. Pirtûk sala 2024`an ji aliyê Weşanên Dîwana Wêjeyî ve hatiye amadekirin û li Weşanxaneya Şilêr hatiye çapkirin.

Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê di dema imzekirina pirtûkê de axivî û pîrozbahiya derxistina berhemê yekemîn ê çîroknivîs Botan Hoşê kir. hêviyên xwe yên serkeftinên cuda jî anî ziman.

Piştre Nivîskar Merwan Berekat axivî û diyar kir ku nivîsa di pirtûkê de hatiye nivîsandin, nirxê şoreşê di nava xwe de dihewîne û got: “Çîrokên ku hatine nivîsandin, serkeftî ne.”

Çîroknivîs Botan Hoşê pirtûka xwe imze kir û diyarî beşdaran kir.

(sb/a)

ANHA