‘Ji bo têgihiştineke durist divê pirtûkên Rêbertî bên xwendin’

Beşdarên koma xwendina pirtûkên Rêber Abdullan Ocalan a li Til Hemîsê diyar kir ku divê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bên xwendin da ku feraseteke durist çêbe.

‘Ji bo têgihiştineke durist divê pirtûkên Rêbertî bên xwendin’
‘Ji bo têgihiştineke durist divê pirtûkên Rêbertî bên xwendin’
‘Ji bo têgihiştineke durist divê pirtûkên Rêbertî bên xwendin’
20 tebax 2024   14:20
QAMIŞLO

Komîteyên perwerdeyê yên saziyên sivîl ên bajarê Til Hemîsê birêxistinkirina komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diomînin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratk a bajarê Til Hemîsê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajar û gundên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî koma xwendina pirtûka sêyemîn a Rêber Abdullah Ocalan a "Sosyolojiya Azadiyê" bi rêxistin kir.

Koma xwendinê li avahiya Akademiya Civaka Demokratîk a li bajarê Til Hemîsê, pirtûka Sosyolojiya Azadiyê xwendin û nîqaş kirin.

Beşdaran diyar kir ku ew ê xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û di nava gel de belav bikin. Beşdaran îşaret pê kir ku eger mirov bixwaze bigihêje îdelojiyeke durist divê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne.

(bb)

ANHA