43 rêxistinên navdewletî xwestin lêpirsîn li ser binpêkirinên girtîgeha Evînê pêkwere

43 rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî êşkence û darvekirina girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê kirin û daxwaza lêkolînkirina binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî girtiyên siyasî kirin.

43 rêxistinên navdewletî xwestin lêpirsîn li ser binpêkirinên girtîgeha Evînê pêkwere
20 tebax, 2024   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî binpêkirin, êşkence û darvekirinên rejîma Îranê yên li dijî girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evînê, 43 rêxistinên navdewetî ên mafên mirovan daxuyaniyek hevbeş dan û daxwaz kirin ku binpêkirinên rejîma Îranê werin lêkolînkirin.

Di daxuyaniya ku bi çar zimanên cûda hatiye dayîn de, tê gotin ku niha nêzî 70 girtiyên siyasî yên jin di girtîgeha Evîn de hene û ew tenê ji ber xebata xwe ya ji bo azadî û mafên mirovan ên li Îranê hatine girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew ji ber êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê bi fikarin û piştgiriya xwe ya bi wan jinan, çalakvan û welatiyan re dubare dikin.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber wan jinan di girtîgehê de nerazîbûna xwe li dijî binpêkirinan nîşandane, rastî êşkence, lêdan û birîndar bûnê hatine. Her wiha tedawiya tendirustî ji wan re nayên kirin û berpirsên girtîgehê bersiva daxwazên girtiyan nadin.

Di dirêjiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em daxwaz dikin ku bi lez dawî li darvekirinên li girtîgehê hene were anîn û tevayî girtiyên siyasî werin berdan. Her wiha em daxwaz dikin ku bi lez tedbîrên pêwîst ên tendirustiya fîzîkî û derûnî yên girtiyan pêkwerin, bi taybetî jî ya girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê.”

Di dawiyê de jî daxwaz hatiye kirin ku li ser asta navdewletî lêpirsînek baş di derbarê binpêkirin û êşkenceyên li dijî girtiyên jin ên li girtîeha Evînê de pêkwere.