Rûspiyên eşîran: Em ê li ber êrişan rabin

Rûspiyên eşîrên Ereban diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe dixwazin îradeya wan bişikînin û wan koçber bikin û got "Em ê xaka xwe biparêzin."

Rûspiyên eşîran: Em ê li ber êrişan rabin
3 tîrmeh 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên kantonên Reqa û Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê ji niştecihên wan vala bike û got ew li hemberî êrişan bi hev re li ber xwe didin.

Ji şêxên qebîleya Benî Seîd a li Minbicê şêx Fehed Şilaş diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ji berê ve ne, lê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve êrişên xwe yên dagirkerî û koçberkirina gel zêdetir kirine.

Şilaş bi bîr xist ku dewleta Tirk di salên dawîn de beşine Sûriyeyê dagir kirin, demografiya wan guhert û xêr û bêra wan talan kir.

Şêx Şilaş li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk girîngiya hevgirtina pêkhate û eşîran destnîşan kir û got: "Li dijî planên dagirkeriyê em bi hev re ne.”

Şêx Fehed Şilaş di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê eşîr û gelê Sûriyeyê bi giştî hay ji hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina fitneyan di nav civaka Sûriyeyê de hebin. Dewleta Tirk li ser têleke xetere dilîze ku ne li gorî berjewendiyên me ye."

Rûspiyê eşîra El Bû Sultan a li kantona Minbicê Şêx Mahir El Hec Mihemed jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişan, şerê taybet û şerê aborî hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

El Hec Mihemed jî destnîşan kir ku dê destkeftiyên xwe biparêzin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe armanc dikin me lawaz bikin û me ji xaka me koçber bikin. Lê ev armanc pêk nayê, ji ber ku em xwediyê vê axê û vê şoreşê ne, berdêl çi dibe bila bibe dest ji xaka bernadin. Em nahêlin dagirker xaka me li pêşiya çavên me dagir bike. Em ê şer bikin û xaka xwe biparêzin. Her tiştî li ber çavan xuya ye, planên Tirkiye ku hewl dide welatê me dagir bike aşkera ne."

Şêxê eşîra El Elî ya li kantona Reqayê Remedan El Rehal jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavên civaka navneteweyî ya di nava bêdengiyê de êrişî şêniyan, qada aborî û binesaziya herêmê dike û sûcên şer dikin.

Remedan El Rehal da zanîn ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî projeya Rêveberiya Xweser bi kar tîne da ku xaka Sûriyeyê dagir bike û planên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve daniye ber xwe bi cih bîne.

Şêx Remedan Rehal di dawiyê de diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîran bi QSD’ê re ne û got: "Em parastina xaka xwe bidomînin."

Rûspiyê eşîra El Birêc Şêx Hisên El Berces êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Ev êriş hemdemî serketinên Rêveberiya Xweser di hemû qadan de ku Tirkiyeyê bê çare kiriye tên kirin."

El Berces bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bînin û diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bi QSD’ê re ne û got: "Heta mîsogerkirina serkeftinê em ê li hemberî êrişan bisekinin."

(bb)

ANHA