Di Hezîranê de 31 êriş, 2 şehîd, 4 birîndar

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Hezîranê de 31 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de yek jê zarok, 2 kes şehîd bûn û 4 kes birîndar bûn.

Di Hezîranê de 31 êriş, 2 şehîd, 4 birîndar
3 tîrmeh 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Artêşa dagirker û çeteyên wê di meha Hezîranê 31 êriş li dijî 33 gundan pêk anîn. 

Bîlançoya êrişan a meha Hezîranê bi vî rengî ye:

1 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyada yê dikeve bakurê rojavayê kantona Minbicê bi obîsan topbaran kir. Der barê ziraran de agahî bi dest neketin.

2 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gundê Xerab Kort ê bakurê rojavayê Qamişloyê ya kantona Cizîrê topbaran kir. ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Semoqa yê kantona Efrîn-Şehba bi çekên giran topbaran kir. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê devera nevbera gundê Seyada û gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kir. Di encama topbaranê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

3 Hezîran 2024

Balafira bê mirov a bi çek li başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê erebeyek bombebaran kir, 2 endamên Asayîşê birîndar bûn.

4 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyada û Yalanlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi 14 guleyên hewan û obîsan kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çîbûn.

Artêşa dagirker xetên ceyranê yên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê kantona Firatê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de ceyran li ser gundewarê Girê Spî qut bû.

5 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Semoqa û Bendava Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de zirar li mal û baxçeyên welatiyan bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xetên ceyranê yên gundewarê rojavayê Girê Spî kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê yê bajarê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de agirbest bi daristanên gund ket.

6 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Semoqa yê kantona Efrîn-Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de zirar li mal û baxçeyên welatiyan bûn.

7 Hezîran 2024

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Şeala yê Şehbayê bi obîsan topbaran kir. Der barê ziraran de agahî nehatin bidestxistin.

9 Hezîran 2024

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gule li ciwanekî û zarokekî ji gundê Doda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de reşand. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Mistefa Hisên Selmo (16) şehîd bû û ciwanê pê re birîndar bû.

10 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen bi 5 guleyan, gundê Dendeniyê, Camûsiye û Seyada bi 38 guleyên hawan û obîsan, gundên Qert Wêran û Kawiklî yên Minbicê bi 26 guleyan topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirar gihiştin mal û baxçeyên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li derdora gudnê Teana yê Şehbayê da. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

12 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Minix ê kantona Efrîn-Şehbayê bi guleyên obîsan topbaran kir.

13 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi hawn û obîsan topbaran kir. Di encamê de zirar li milkên welatiyan bûn.

15 Hezîran 2024

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Cebla Hemra yê rojavayê bajarê Babê têk bir.

17 Hezîran 2024

Şervanên Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê El Biwêhîc ê dikeve rojavayê kantona Minbicê têk bir.

19 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir û gundê Mehsenlî yê bakurê rojavayê kantonê jî gulebebaran kir. Di encamê de agir bi erdên çandiniyê ket

20 Hezîran 2024

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Semoqa yê Efrîn-Şehbayê bi obîsan topbaran kir.

24 Hezîran 2024

Artêşa dagirker û çeteyên girêdayî wê derdora gundê Seyada yê Minbicê da ber topan. Agahiyên li ser ziraran bi dest neketin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Um El Hoş ê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kir.   Têkildarî encamên êrişî agahî nehatin zanîn.

25 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Zewaniyê û gundê Koletiyê yê bajarê Şêrawayê bi obîsan da ber topan.

27 Hezîran 2024

Atêşa Tirk a dagirker devera navbera gundê Koltep û Bexdik ên rojavayê bajarê Kobanê bi obîsan û balafireke bê mirov a bi çek bombebaran kir. Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Çeteyên dewleta Tirk gundê Derc ê bakurê Minbicê bi çekên giran topbaran kir. Di encamê welatiyê bi navê Îbrahîm Semo (45) şehîd bû û welatiyê bi navê Xalid Kamil Hîlal (26) birîndar bû.

Artêşa dagirker gundê Şewarxe yê bajarê Şera ya kantona Efrîn-Şehbayê û derdora bendava Şehbayê bi guleyên obîsan topbaran kir.

29 Hezîran 2024

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şewarxe bi obîsan topbaran kir. Di encamê de zirar li baxçeyên welatiyan bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Cat, Toxar,  Hoşeriyê, Ewn Dadat û Seyada yên Minbicê dan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker li gundê Derc ê bakurê kantonê xist.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navbera gundên Um El Kêf û Til Cuma yê rojavayê Til Temirê kirin hedef. Der barê ziraran de agahî bi dest neketin.

(bb)

ANHA