‘Hovîtiya Osmaniyan didome’

Endamên Meclisa Civakî ya Ermenî diyar kir ku Osmaniyan 109 sal berê pêşiyên wan qetil kirin û got ev hovîtî heta niha li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

‘Hovîtiya Osmaniyan didome’
‘Hovîtiya Osmaniyan didome’
‘Hovîtiya Osmaniyan didome’
‘Hovîtiya Osmaniyan didome’
24 nîsan, 2024   13:58
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenî ya Dêrazorê Aram Gerabêt anî ziman ku 24’ê Nîsanê bîranîneke biêş ji bo Ermeniyan e û got: "Bi destê Osmaniyan Ermen hatin qetilkirin. Tenê di roja ewil de 250 ronakbîr, zanyar û oldar hatin qetilkirin."

Aram Gerabêt bi bîr xist ku piştî vê komkujiyê gelê Ermen xwe û milkê xwe parastin, lê Osmaniyan û dewletên hevkarên wê Ermen neçar kirin ku dest ji warê xwe berdin. Gerabêt got komkujiya 24’ê Nîsanê ne ya yekemîn e û wiha domand: "Dewleta Tirk ku ji aliyê Osmaniyan ve hatiye avakirin, pêkanînên pêşiyên xwe li dijî gelê Sûriyeyê yê koçberî Tirkiyeyê bûye, pêk tîne. Sûcên qetilkirin û girtinê dike. Bi balafirên bêmirov û yên şer binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û rayedarên Rêveberiya Xweser û gelê Sûriyeyê yên ji tevahî pêkhateyan, dike hedef. Ev êriş jî berdewama siyaseta Osmaniyan in."

Endamê Meclisa Civakî ya Ermenî ya Dêrazorê Arabî Cersûs jî diyar kir ku Osmaniyan beriya 109 salan pêşiyên wan bi awayekî plankirî qetil kirin. Arabî Cersûs bang li civata navneteweyî kir ku mafên Ermenan mîsoger bikin.

Her wiha endama Meclisa Civakî ya Ermenî Maral Kêforiyan anî ziman ku Osmaniyan Ermen derbider kirin û got: "Bîrîna me kew nagire."

(bb)

ANHA