‘Sterk Tv û Medya Haber deng û rengê azadiyê ne’

Li navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna rojnamevan Başûrê Kurdistanê ji bo şermezar kirina êrîşên li ser Sterk Tv û Medya Haber daxuyaniyêk da û got: “Sterk Tv û Medya Haber deng û rengê azadiyê ne.

‘Sterk Tv û Medya Haber deng û rengê azadiyê ne’
24 nîsan, 2024   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna rojnamevan, Navenda Metro û Federasyona Ronus derbarê êrişa li ser Sterk TV û Medya Haber TV’ê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn.

Daxuyaniya ji aliyê rojnamevan Araz Îbrahîm ve hatî xwendin de.

Araz Îbrahîm di daxuyaniyê de bal kişand li ser êrîşên çapameniya azad û wiha got: “Belçîkayê bê ku were agadarkirin polîsan avêt ser studyonên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê, hemû kelûpelên di nava ofîsan de hatin şikandin û talankirin.

Ev êrişa ne mirovane beriya her tiştî binpêkirina yasayên Belçîka bi xweye ku propagandaya demokrasî, mafê mirovan û rojnamevanan dike. Ev yek nîşana wêneyê rast yê Ewrupa û sîstema beramberî doza Kurd û dengê azadîxwazane.”

Araz Îbrahîm Balkêşe ku heman şev li Enqere û Stenbolê jî polîsan avêt ser malên rojnamevanan û wan binçavkirin. Li aliyek din li Fransayê jî polîsan avêt ser mala endamê Komeleya Kurd ya Demokratîk û 6 Kurd binçavkirin.

Ev êriş hemû di dema serdana Erdogan ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de pêkhatin, hîn Erdogan li Iraqê bû balafirên şer çiyayên azad bombebaran kir û êrişî Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev êriş hemû plankirîne, ev êriş ji bo qutkirina dengê azadîxwazên Kurd û doza wane.

Em weke rojnamevan û medya xeta azad, ev êrişa pir alî ya dijmin û sîstema dewletê, şermezar dikin. Emê hîn zêdetir karê xwe yê ragihandina azad dewam bikin, Sterk Tv û Medya Haber dengê heqîqetêne, ew çiraya Kurdanin, em xwediyê yek doz û armancin. Li hemberî ti zextê gav bi paşde navêjîn.