Ji bo şehîda HPG’ê Sorxwîn Baran merasîma xiyabî li dar ket

Di merasîma xiyabî ya ji bo şervana Hêzên Parastina Gel (HPH) Sorxwîn Baran de şêniyên Dirbêsiyê destnîşan kir ku bi saya berxwedana şoreşgerî û fedakariya şehîdan ew niha ber bi serkeftinê ve diçin.

10 gulan, 2025   14:29
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şervana HPG`ê Nûra Îbrahîm Xelef (Sorxwîn Baran) ku li herêma Garê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li dar xist. 

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Emîna Îso şehîd Sorxwîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Emînayê lidarxistina Kongreya 12`an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî pîroz kir û qonaxa niha wek “dîrokî û hestiyar” bi nav kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kir ku “bi saya berxwedana şoreşgerî, hevgirtina gel û fedakariya şehîdan em îro li ser rêya serkeftinê berdewam in".

Adil Xelef ê birayê şehîd Sorxwîn jî soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina rêya têkoşînê da.

Ji rêveberên Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Fatma Keleş jî diyar kir ku şehîd Sorxwîn ji bo parastina gelê xwe û axa xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve çû.

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)