Kadar Pîrê: Divê Rêbertî li derveyî girtîgehê be

Rêveberê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gavên şênber biavêje û got “Divê Rêbertî li derveyî girtîgehê be.”

Kadar Pîrê: Divê Rêbertî li derveyî girtîgehê be
10 gulan, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 12`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di demeke girîng de hate lidarxistin. Gelek derdor bi baldarî li benda encamnameya kongreyê ne.

Der barê mijarê de rêveberê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê ji ajansa me re axivî. Pîrê got: "Divê Tirkiye hem di asta destûrî û hem jî di asta azadiyên kesayetî û giştî de cidî be û gavên şênber biavêje. Divê Rêbertî li derveyî girtîgehê be, her wiha hemû rêveberên siyasî û hemû siyasetmedarên ku ji ber azadiya ramanên xwe yên siyasî hatine girtin, bêne berdan, bi taybet ên ku piştgiriya doza kurdî kirine.”

Kadar Pîrê her wiha got: "Çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava Tirkiyeyê de dê aboriyê geştir bike û dê rê veke ku Tirkiye guh bide mijarên jiyanî, xizmetguzarî, çandî û civakî. Ev tişt hemû dê ji bo gelên Tirkiyeyê baş bin. Ew pereyên ku Tirkiyeyê ji bo tunekirina gelê Kurd dide artêşê, dê bikevin ber xizmeta gelên Kurd û Tirk.”

Kadar Pîrê diyar kir ku “êdî gog li ber pêyê dewleta Tirk e” û divê vê derfetê ji dest xwe bernedin da ku xwîn hew bê rijandin. Her wiha got: "Divê vê derfetê ji dest xwe bernedin, nexwe dê dîsa xwîn bê rijandin û dê bibe dawiyê Tirkiyeyê.”

(k)