PYD'ê salvegera 22'yemîn a damezirandina xwe pîroz kir

PYD'ê salvegera 22'yemîn a damezirandina xwe pîroz kir. PYD'ê girêdana xwe bi şopa şehîdan û projeya çareseriya demokratîk li Sûriyeyê dubare kir û soza pêkanîna armancên gelê Sûriyeyê dubare kir.

PYD'ê salvegera 22'yemîn a damezirandina xwe pîroz kir
19 îlon, 2025   17:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera 22'yemîn a damezirandina xwe de daxuyanî da.

Di serî de hemû şehîdên partiyê û yên azadiyê hatin bibîranîn. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û avakirina civaka demokratîk û azad hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku partî di serdema rejîma Baas de ku serdema zordarî û paşguhkirinê bû, bi cesareteke mezin hat damezirandin û wiha hat gotin: "Partiyê bi saya girêdana bi nirxan û berxwedana şehîdên zîndanan wekî Şîlan û hevrêyên wê, mamoste Osman, Bavê Cûdî, Îsa Hiso û Menîce ew zehmetî derbas kirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku partiyê ji destpêka krîza Sûriyeyê ve xeta sêyemîn girt û ev jî bû sedena serkeftina şoreşa gelan û di encamê de Rêveberiya Xweser hat avakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de girêdana PYD'ê bi têkoşîna siyasî û diyalogê ji bo rûniştandina nirxên demokrasiyê, parastina yekparçeya Sûriyeyê û misogerkirina mafên jinan û yên hemû pêkhateyan, hat dubarekirin.

PYD'ê di daxuyaniyê de pabendî bi yekrêzî û yekhelwesta Kurdî da û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir û şandeya Kurdî vexwînaîe Şamê.

Di dawiya daxuyaniyê de pabendî bi peymana 10'ê Adarê hat dayîn û amadebûna xwe ji bo têkiliya bi hemû hêzên siyasî, civakî û niştimanî yên Sûriyeyê û meşa li gorî banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk, ragihand.

(mh)

ANHA