Ji Bo Rêber Abdullah Ocalan nêzî 3 milyon îmze hatin komkirin

Înîsiyatîfa Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Suriyeyê destnîşan kir ku di nava 35 rojan de 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Ji Bo Rêber Abdullah Ocalan nêzî 3 milyon îmze hatin komkirin
15 adar, 2024   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfê, derbarê kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azardiya Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Sibata 2024’an de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatibû destpêkirin de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniya kul i ser malpera înîsiyatîfê hat weşandin de hat diyarkirin ku kampanya heta ku digihîje hedefa axwe wê bidome.

 Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 35 rojan de bi beşdariya hemû gel, çand û pêkhateyên herêmê 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku hedefa kampanyayê 3 milyon îmze ye û heta gihîştina vê hedefê wê xebat bidome.