Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku 4 kesên ku di qezaya duh a li ser rêya Dêrazorê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dane, endamên wan e.

Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan
15 adar, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd derbarê qezaya ku duh (14 Adar 2024) li ser rêya Dêrazorê pêk hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû de daxuyaniyek nivîskîweşand. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin endamên Hevya Sor a Kurd Luay Mihemed Bekir, Hesen Ebdulrehman Heydo, Mihemed Ebdullah El-Osman û Elî Osman El-Casîm dema ji bo erka xwe diçûn Dêrazorê di qezayê de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatan hat xwestin û hat gotin: “Em weke Heyva Sor a Kurd êşa malbatan parve dikin û sebreke mezin ji wan re dixwazin. Her çar hevalên me wê di dilê me de bimînin. Em ji xwedayê mezin hêvî dikin ku wan di bexçeyên xwe yên fireh de bihewîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de nasnameyên 4 endamên Heyva Sor hatin dayîn: 

Luay Mihemed Bekir

Navê Dayikê: Ezîz Mihemed

Dîroka jidayikbûnê: Tal Temr 1994

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2018

 .....

Hesen Ebdulrehman Heydo

Navê Dayikê: Zerka Elî

Dîroka Jidayikbûnê: Dirbêsiyê - 1983

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2020

.....

Mihemed Ebdullah El-Osman

Navê Dayikê: Afaf El-Osman

Dîroka Jidayikbûnê: Tel Şeyeb 2000

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024

 .....

Elî Osman El-Casim

Navê Dayikê: Enûd

Dîroka jidayikbûnê: Dêrezor - Hemar El-Elî 1987

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024