Ji bo Rêber Abdullah Ocalan bangên xurtkirina têkoşînê

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan bangên xurtkirina têkoşînê
10 mijdar, 2023   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jin, ciwan, zarok û mezinan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Ciwana bi navê Mizgîn Ehmed ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bang li gelê herêmê kir ku dakevin qadan û têkoşînê xurt bikin. Mizgîn her wiha bang li ciwana kir ku li hemberî pergalên  emperyalîst ên komploger çalakiyan berfireh bikin.

Ciwana bi navê Delava Ehmed jî got, ji bo şikandina tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew di nava hewldanan de ne û wiha dom da axaftina xwe "Dewleta Tirk a dagirker a hewl dide gelê Kurd qir bike, dê nikaribe îradeya me bişkîne. Gelên şoreşger ê li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin, qir nabin, lê li ber xwe didin û dê bi ser dikevin."

Welatiyê bi navê Elî Pîro jî anî ziman ku amanca ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tunekirina gelê Kurd e û got: "Em ji dewletên komploger re dibêjin komploya we bi ser neket. Bi mîlyonan şoreşger li ser fikr û felsefeya Rêbertî dimeşin, bi têkoşîna van şoreşgeran dê komploya we têk biçe û dê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were, ji ber ku azadiya Rêbertiya me azadiya tevahî gelên bindest e."

Ciwanê bi navê Omer Îbrahîm jî bi bîr xist ku ji zêdetirî 24 salan ve Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin û got: "Ji zêdetirî 2 salan ve, me tu agahî li ser rewşa tenduristî ya Rêberê xwe wernegirtiye. Daxwaza me ev e ku agahiyekê li ser Rêberê xwe û rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin, em dixwazin tecrîd were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Buşra El Ehmed tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir ku destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan destkeftiyên mezin bi dest xistin û cihê xwe di rêveberî û qada leşkerî de girtine û roleke mezin di qada siyasî de dilîzin.

Buşra El Ehmed bang li tevahî jin û ciwanan kir ku beşdarî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bibin.

Hevseroka Meclisa Ciwan û Werzîşê Necwa Ebû Riz diyar kir ku divê çalakiyên li dijî tecrîdê û yên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û ev li gotina xwe zêde kir: "Rêbertî jin azad kir, gavên wê diyar kirin, ji ber vê yekê erka jinan e ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê geş bikin."

(bb)

ANHA