Êrişên dewleta Tirk bandor li mazotê kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaizya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li mazotê ya ji bo germkirinê jî kir. Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê diyar kir ku rêjeya belavkirina mazotê ji sedî 40 derbas nekiriye.

Êrişên dewleta Tirk bandor li mazotê kir
10 mijdar, 2023   03:43
REQA
EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker ji 4′ê Cotmehê ve 5 rojan êrişên bê navber li dijî  navend û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di encamê de  ziyanên mezin bi qasî mîlyar dolar amerîkî çêbûn.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotmenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Xalid diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cihên petrolê bandoreke neyinî li hilbirandina sotemeniyê kir û di encamê de belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê li şêniyan dereng ket.

Ebîr Xalid destnîşan kir ku rêjeya belavkirina mazotê heta niha ji sedî 40 derbas nekiriye û got, par rêjeya belavkirinê ji sedî gihaştibû 70′î.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kiriye û lîtreyek bi 325 lîreyên Sûriyeyê ye.

Komîteyên Sotemeniyê ji meha Tebaxê ve dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir. Belavkirin li rêya kartan û bi koordîneya bi komînan re tê belavkirin.

Ebîr Xalid diyar kir ku  li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 416 hezar û 418 malbat mazot bi dest xistine.

Ji bo ku pirsgirêka sotemeniyê di zivistanî de dernekeve, Rêveberiya Giştî ya Sotmeniyê di dema heyî de girîngiyê dide belavkirina mazotê li şêniyan, lê parên beşên din wekî veguhestin, pîşesazî û çandiniyê heta demekê kêm kiriye.

Ebîr got: "Êriş bandor li tevahî saktorên ku xwe dispêrin sotemeniyê mîna veguhestin, pêşesazî û çandinî kir, lê ya girîng niha ji bo me ew e ku mazotê ya ji bo germkirinê ji şêniyan re peyda bikin."

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotmenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Xalid destnîşan kir ku  hewldanên Rêveberiya Xweser dewam dikin da ku belavkirina mazotê li şêniyan bandorê li firin, aş û jenartoran neke.

(bb)

ANHA