Ji bo pêşxistina behreya zarokan pêşbirka kişikê

Dibistana Hunera Zarokan a Havînê bi koordîneya Navenda Kampa Newroz a Çand û Hunerê pêşbirka kişikê li dar xist.

Ji bo pêşxistina behreya zarokan pêşbirka kişikê
Ji bo pêşxistina behreya zarokan pêşbirka kişikê
10 tîrmeh, 2025   23:04
QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya endamên Navenda Çandê ya Kampa Newroz a koçberan û 12 zarokan pêşbirka kişikê ya zarokan organîze kir.

Armanc ji vê pêşbirkê pêxşstina jêhatiyên ramanê li gel zarokan û pêşxistina ruhê hevrikiyê di atmosfêreke perwerdehî û kêfxweşiyê de ye.

Zarok li ser 2 koman hatin dabeşkirin û di her komekê de 3 tîm lîstin. Ji her komekê 2 tîm derbasî pêvajoya dawîn bû.

(şx/fr)