Wê li Reqayê civînên birêxistinkirina komînan werin organîzekirin

Meclisa Giştî ya kantona Reqayê dest bi pêkanîna gavên pratîkî yên bicihanîna biryara Meclisa Gelan a têkildarî jinûve birêxistinkirina komînan û xebatên wan kir.

Wê li Reqayê civînên birêxistinkirina komînan werin organîzekirin
11 tîrmeh, 2025   06:55
REQA
MIZGÎN ELÎ

Pergala komînan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê tecrûbeyeke nimûne ya birêvebirina bingehîn a gel e. Armanca wê xurtkirina pransîba demokrasiya rasterast, misogeriya temsîlkirina berfireh a civakên xwecihî û bihêzkirina wê di aliyê birêvebirina kar û barên xwe yên rojane de bêyî xwespartina li desthilatên navnedî yên klalsîk e.

Di 28ˊê Hezîrana 2025ˊan de, Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarek girîng der barê ji nû ve birêxistinkirina komînan û xebatên wan da. Ew yek di çarçoveya aktîvkirina bendên Hevpeymana Civakî û Qanûna Birêxistinkirina Erkên Meclisan a bi hejmara 13ˊan a sala 2024ˊan de, pêk hat.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Giştî (bajêr) a Reqayê Luey El Îsa ji ajansa me re diyar kir ku meclisê li gorî biryara di rûniştina dawîn a Meclisa Gelan de hatiye dayîn dest bi karê xwe ya birêxistinkirina komînan kir. El Îsa destnîşan kir ku wê komînên li Reqayê di rojên bê de bang li gel û karkerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin ku di roja şemiya bê de tev li civînên navendî bibin.

El Îsa da zanîn ku ev civîn wê li tevahî taxan çêbibin. Di mecliseke taxê de wê li komîneke nimûne civîn were lidarxistin. Armanc ji vê yekê rêbaza xebata hundirîn bi pêş bikeve û ew 12 komîteyên ku di komînê de werin birêxistinkirin.

El Îsa diyar kir ku ji wan komîteyên komîteyên xizmetguzarî, tenduristî, jîngeh, perwerde û jin û hwd û got aktîvkirina van komîteyan wê şiyana komînan a bersivdana yekser a hewcedariyên şêniyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi awayekî birêxistinkirî û aktîv, bi pêş bixe.

Der barê rewşa rêxistinî ya komînan li Reqayê de El Îsa diyar kir ku bi giştî 349 komîn li Reqayê hene; ji wan 133 komîn li hundirê Reqayê li ser 4 melcisên bingehîn weke Meclisa Şehîd Ehmed El Canim, Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî, Meclisa Şehîd Mistefa El Nekzî û Meclisa Şehîd Ehmed El Şaban belav in, û 216 komînên din jî li gundewarê girêdayî kantonê ne.

Ev gav, di çarçoveya kedên Rêveberiya Xweser ên pêşxistina rêxistina xwecihî, pêşxistina modela birêvebirina civakî ya rasterast û aktîvkirina rola bingehîn a komînan de pêk tê, ku gel bi girseyî tev li birêvebirina karên xwe yên rojane bibin û rasterst xizmetguzariyê pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA