Êrişa çeteyan a li ser gundekî Minbicê hat têkbirin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa dagirkirinê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundekî Minbicê têk bir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa dagirkirinê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundewarê Minbicê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk duh derengî şevê êrişeke dagirkirinê bire ser gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê Minbicê.
Hate destnîşankirin ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişê dan û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
(bb)
ANHA